Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî ku doh li Amedê di êrîşek çekdarî de hat kuştin, îroj yekşemê bi beşdariya bi dehan hezaran li goristana Yenikoyê hat binax kirin.
HDP bi daxuyaniyek qetilkirina Elçî şermezar kirin. HDP îdia dike ku Elçî bi taybet hatiye hedef girtin.
Piştî hilbijartina 1ê Mijdarê Serdema 26an ya parlamentoya Tirkîyê, îro bi sondxwarinê destpê dike, lê sonda Leyla Zana dîsa bû sedema kêşeyek
14’ê meha Mijdarê qedexa 12 rojan ya li ser sê taxên Farqînê hat rakirin, lê heman roj li seranser Nisêbînê qedexeyek nû hat îlan kirin û çar roj in qedexe berdewam e
Rûniştvanên Farqînê ji şer û pevçûnan bêzar in. Dibêjin ku dewlet zilmeke mezin dike û bi tanq û topan malê wan xira dike
Şerê giran li Farqînê didome û qedexe di roja 11’yan de ye. Du rojên dawî êrîşa li ser taxan zêde bûye. Li gor agahîyên dawî di roja dehan de 7 sîvîl, leşker û polîsek hatin kuştin
Li navçeya Farqînê ya girêdayî Amedê heft rojin, li hersê taxên (Mescîd, Tekel û Konak) jiber xendekan qedexeya derketina derve hat îlan kirin û di nav heft rojan de 5 kes hatin kuştin.
Roja yekşemê,1ê Mijdarê hilbijartinên giştî li Tirkyê jinûve hatin lidarxistin. Encam jibo hemî partiyan surpriz bû.
Di saet 19:40 de li gorî encamên dawî ji sedî AKP ji 50.45 deng girtibû. Bi vê reqamê AKP 323 kursi digre.
Roja sêşemê 28.10.15 Jibo hilbijartinê, rêxistinên sivîl komîteyên çavdêr amade dikin da ku di dema dengdanê de sextekarî dernekevin.
Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş dawiya heftê li Amedê beşdarî civina rêxistinên sivîl yên bajêr bû. Birêz Demirtaş li wir got "ger îradeyek bibînin jibo destpêkirina muzakereyan bo çareseryê ewê bê şert û qeyd piştgirî bidin".
Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyê (Hakpar) Fehmî Demîr, roja yekşemê li ser rêya Mersînê di qezayek trafîkê de jiyana xwe ji dest da.
Baluken destnîşan dike ku agahî di destê dewletê de heye ku DAIŞ dixwaze li ser serok û parlamanterên HDP’ê êrîşan pêk bîne
Xecîcan dibêje, bi dehan mal li Farqînê wêran bûne û bandoreke mezin ya li ser psîkolojîya hemî rûniştvanan çêbûye
Birlik: Şahidên bûyerê dîtine ku birîndar dikeve destê wan, polîs wî didin ber guleyan. Piştî ku wî dukujin bi trombelê li ser derbas dibin û 100 metre li erdê dikşînin
Hevserokê DBP’ê yê Amedê Alî Şîmşek dibêje, qeymeqam jiber qedexê û ewlehîyê rê nade ku şandeya wan derbazî Farqînê bibin
Baluken di nasandina berbijarên HDPê yên Amedê de got, partîya wan HDP hêvîya demokrasî, aşitî û biratî ye
Wezîrê Karê Navxwe yê Tirkîyê Selamî Altinok jibo civîna ewlekarîya hilbijartinê hat Amedê û bi heşt walîyên li herêmê re kom bû
Li Tirkîyê dibistan roja Duşemê vebûn, lê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jibo mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bang kir ku Kurd zarokê jibo hefteyek neşînin dibistanê
Do êvarê, piştî êrîşek li ser wesayîtek zirxî ya polîsan bi hiceta ku êrîşkar bazdaye nav avahiya Kurdî-Derê ku navenda DİHAyê jî li wir e, ji aliyê polîsan ve hate desteserkirin.
Pirtir bar ke